Nêçîrvan Barzanî û Eyad Elawî tekezî li çareserkirina pirsgirêkan kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Eyad Elawî tekezî li çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûrê dike.
Îro Serokê Mînbera Iraqî Eyad Elawî bi serokatiya şandekê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Eyad Elawî tevî şandekê ku ji hejmareke endamên komîteya navendî ya Mînbera Iraqî pêk hatibûn, di hevdîtinê de li gel Serokê Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe bo Birêz Nêçîrvan Barzanî nîşan da, li hemberî vê, Nêçîrvan Barzanî jî spasiya serdan û pîrozbahiya Elawî û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de peywendiyên Hewlêr û Bexda hatin gotûbêjkirin û Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya gotûbêjan û li ser bingeha destûrê kir.