Li Bedlîsê qeza: Birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê otobusa rêwiyan ket bestê, ajokar û 6 rêwî birîndar bûn.

Bûyerê li ser rêya Bedlîs û Wanê rû da.

Tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê û her 7 birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e.

Li hêla din, rêwiyên otobusê bi otobuseke din derbasî Wanê bûn.

Emrah Canê ku rêwiyek ji yên otobusê bû da zanîn ku ajokar piçekî xurt çûye û li ser rê jî ava baranê hebûye.