Li Mêrdînê şerê malbatan: 6 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê 2 malbatan bi çek, dar û keviran şerê hev kirin û di şer de 6 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan roja Înê 19ê Gulana 2023an li navçeya Artuklu ya Mêrdînê ji ber sedemek nediyar di navbera 2 malabatan de nîqaş derket. Piştî demek ji nîqaşê endamên herdû malbatan bi çek, dar û keviran şerê hev kirin û di şer de ji herdû malbatan 6 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û polîsan çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê jî derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.

Dîmenên şerê  di navbera herdû malbatan de  ji aliyê welatiyan bi telefonê hatin tomarkirin.