Li Antalya agir bi daristanê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Alanya ser bi parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyê agir bi daristanê ket û ji bejahiyê ve midaxele berdewam e.

Li gor agahiyan, li herêma Susuz ser bi Taxa Dere ji ber sedemeke ne diyar îro Pênşembê 19ê Gulana 2022ê agir bi daristanê ketiye û ji ber ba di demeke kurt de belav bûye.

Rêveberiya Daristanan ya Antalyayê ragihand ku 30 makîneyên kar, hejmareke tankêrên avê bo herêmê hatine şandin û herwiha bi 200 personelên agirvemirandinê midexale hatiye destpêkirin û heta niha jî agir nehatiye kontrolkirin. Li gor agahiyên Mixtarê gund agir li 20 donim zevî belav bûye û ji ber astengiyên zeviyê di şert û mercên zehmet de kar û xebat tên kirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala borî di mehên havînê de li gelek parêzgehan agir bi daristanan ket û zerareke mezin a canî û madî çêbû. Lê agirê daristanên Bakurê Kurdistanê ji ber sedemên ewlekariyê gelek caran nayên vemirandin û ev jî zerareke zêde digihîne daristanan.