Hejmareke mezin ji koçberên Efrînê li Til Refhetê hatine bicihkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Til Refhet û derdorê û gelek navçeyên Şehbaya bakurê Sûriyê, rewşa ewlehî û leşkerî metirsîdar û ne aram e. Li wan navçeyan şer û pevçûn di navbera bêhtir ji aliyekî de hene. Hêzên YPGê, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyonê, hêzên Rûsî û hêzên hikûmeta Sûriyê, li wan deveran cih girtine.

 

Di nûtirîn pêşhate de, ku berê jî bûyerên bi heman şêweyî dihatin dîtin, hêzên Mertala Ferat ên ser bi opozisyona Sûrî, bi piştgirî û alîkariya Artêşa Tirkiyê, deverên nahiyeya bajarê Til Refhet û navçeya rojavayê Şehbayê topbaran dikin.

 

Li gorî zanyariyên xwecihî, ji tevaya 85 hezar nişteciyên ku hebûn, niha bêhtir ji 25 hezar niştecî, li wî bajarî mane, ku tevî nişteciyên deverê, welatiyên sivîl ji xelkên navçeya Şehbayê û Herêma Efrînê, li wê derê dijîn û bi sedema şer û pevçûnan, rewşa wan zehmet bûye û metirsî li ser jiyana wan heye.

 

Hêzên opozisyonê, ku li herdu bajarên Ezaz û Marihê û gundê Kefir Xaşir bicih bûne, nahiyeya Til Refhet û herdu gundên Bêlûnê û Eyn Deqne dane ber lêdanên topxaneya xwe.

 

Di encama topbaranê de, ziyanên canî û madî gihiştine welatiyên sivîl. Li hember wan jî, Hêzên Rizgarkirina Efrînê ragihandine ku wan bersiva lêdanên çekdarên opozisyonê daye û rê nadin ku grûpên opozisyonê derbasî navçeyên Til Refhet û nahiyeya Şera ya ser bi Efrînê bibin.

 

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî, di daxuyaniyekê de, ragihandiye ku hêzên YPGê êrîş birine ser navçeyên Mertala Ferat, li devera Şehbayê û nîşan bi wê yekê daye ku hêzên YPGê li bereyeke şer, bi dirêjiya 131 kîlometreyan li navçeya Şehbayê bicih bûne û pêgehên xwe li seranserî wê bereyê danîne.

 

Li hember bereya YPGê jî, hêzên Mertala Ferat hewl didin ku wan navçeyan, ji destê YPGê derxin, êdî êriş, şer û pevçûn ji herdu aliyan ve, li dijî hev berdewam in.

 

Bajarê Til Refhet, ku bi 35 kîlometreyan dikeve bakurê Helebê, ji sala 2016an ve, li jêr kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye. Li kêleka wan jî, hêzên Rûsî ji şareza û Polîsên Leşkerî, li wî bajarî hene.

 

Ji 3 salan ve, rewşa Til Refhet li jêr metirsiyê ye, lê piştî 18yê Adara 2018an, ku Herêma Efrînê ji aliyê hêzên Tirkiyê û opozisyonê ve hate kontrolkirin, bi hezaran koçberên Efrînê li Til Refhet û derodê bicih bûne, êdî niha careke din rewş aloz dibe.