Kurdên Êzidî yên li Rojavayê Kurdistanê: Di navbera koçberî û talanê de
Hewlêr (Rûdaw) - Amareke fermî li ser hejmara Kurdên Êzidî yên Rojavayê Kurdistanê nîne lê li gorî amarên herî dawî yên sala 1963yan hejmara wan 10 hezar bû û şêniyên herêmên Cizîrê û Efrînê bûn.
Li gorî amaran nifûsa Sûriyeyê 5 milyon bû û rêjeya Kurdên Êzidî di wê demê de ji sedî 2yê nifûsa Sûriyeyê bû.
Nifûsa Sûriyeyê ya sala 2011ê 21 milyon kes bû.
Dema em li amarên sala 1963yan û 2011ê yên Sûriyeyê jî dinêrin divê hejmara Kurdên Êzidî jî 42 hezar kes be.
Kurdên Êzidî yên Rojavayê Kurdistanê şêniyên 71 gund û çend nahiyeyan bûn.
Li Efrînê 22, Hesekê 20, Serêkaniyê 10, Amûdê 10, Tirpespiyê 4 û li Dirbêsiyê jî 2 gundên Êzidiyan hebûn.
Ji bilî gundên wan bi xwe, Kurdên Êzidî şêniyên gelek gund û nahiyeyan jî bûn li bajarokên Rojavayê Kurdistanê.
Di destpêka salên 1980yî de Kurdên Êzidî ref bi ref ber bi Ewropayê koçber bûn.
Li welatên Ewropayê û bi avabûna Rêveberiya Xweser re wan êdî karibû rîtûelên xwe yên dînî û çandî bi azadî bi cih bînin.
Lê belê pir wext bi ser wê azadiyê re derbas nebû, Efrîn û Serêkaniyê ji aliyê komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê û Tirkiyeyê ve hatin dagirkirin.
Dagirkirina Efrînê: Koçberî û jinavbirina sembolan
Efrîn Adara 2018an ji aliyê komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê û artêşa Tirkiyeyê hat dagirkirin.
Gundên Kurdên Êzidî jî wekî gundên din ên Kurdan rastî talan û wêrankariyê hatin.
Li gorî zanyariyan, niha bi tenê ji sedî 10ê Êzidiyan li herêmê mane.
Dezgeha Êzdînayê amar bi Rûdawê re parve kirin û ragihand ku binpêkirin, revandin û koçberkirina Êzidiyan li herêmê berdewam dike.
Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê, hejmareke Kurdên Êzidî dîl girt, dest danî ser xanî, zevî, rez û hemû dahata wan.
Komên çekdar, ji bo şêniyên gundê Baflonê careka din venegerin ser mal û rezên xwe gund weran kir ku niha ti kes li Baflonê nîne.
Şêniyekî gundê Kîmarê yê girêdayî Efrînê li ser koçberkirina zorê ya Kurdên Êzidî ji Rûdawê re got:
“Berî şerê naxwe yê Sûriyeyê û dagirkeriya Tirkiyeyê 170 malbatên Kurdên Êzidî li gundên me hebûn lê niha Kurdekî Êzidî jî li nava gund nemaye.”
Li Efrînê 15 goristan û perestgehên Êzidiyan hebûn ku piraniya wan yan hatine wêrankirin yan jî bi hinceta “zêr û xezîneyan” hatine şêlandin û kolandin.
Çalakvanekî Kurdê Êzidî yê bi navê S.D. ku niha li Ewropayê ye û ji ber tirsa ku dê komên çekdar zererê bidin malbata wî, li ser binpêkirinên li hemberî Êzidiyan ji Rûdawê re axivî û got:
“Gelek Ereb li gundên Kurdên Êzidî hatine bicihkirin. Ereb, eşya û amûr û mal û milkên Êzidiyan li hev parve dikin. Hewl didin zarokên Kurdên Êzidî bi zorê bikin Misilman.
Bi berdewamî heqaretê li Kurdên Êzidî dikin û gotinên xirab ji dînê wan re dibêjin. Komên çekdar, ji xwe bi awayekî sîstematîk herêma Êzidiyan talan dikin.”
Talankirina qebr û perestgehan li Efrînê
Di berdewamiya axaftina xwe de S.D. amaje bi wê yekê jî kir ku komên çekdar, dest daniye ser traktor û amûrên Kurdên Êzidî.
Dema Kurdên Êzidî daxwaza wan amûrên xwe dikin wê demê komên çekdar, bi zorê bacê ji Êzidiyan distînin.
Beşek amûrên traktoran nadin wan û cotkarên Êzidî neçar dikin bi pereyekî zêde amûrên xwe careke din ji wan bikirin.
S.D. li ser wêrankirina gundê sereke yê Êzidiyan ê li Efrînê got:
“Komên çekdar li gundê Qîbarê ku 3 kîlometreyan dûrî bajarê Efrînê ye û paytexta Êzidiyan e li herêmê hatiye wêrankirin.”
Bi piştgiriya Celadet Alî Bedirxan û Mîrê Êzidiyan sala 1925an Derwêş Axa li gundê Qîbarê dibistanek vekir.
Mîrê Êzidiyan belgeyek derxist ku êdî bû Derwêş Axa Alîkarê Êzidiyên Sûriyeyê ye.
Fransiyan jî wê serdemê ew belgeya Mîrê Êzidiyan pesend kir.
Komên çekdar li gundê Qîbarê qebrên Cîlxaneyê Pîroz û Paşa Adî jî wêran kirin.
Dîsa komên çekdar Qebra Şêx Cuneyd a li herêma Feqîra û Qebra Şêx Seydî ya li Qîbarê jî wêran kirin.
Aqûbeta qebrên Êzidiyan ên li gundên Basufan û Şadîrê jî her wekî yên gundên din bûye.
Piştî bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê komên çekdar dest bi talankirin û şêlandina Qebra Barse Xatûnê jî kiribûn.
Rewşa Êzidiyan li Cizîrê
Hejmara Kurdên Êzidî berî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyeyê 3 hezar kes bû lê piştî dagirkeriya Tirkiyeyê ya 2019an Kurdên Êzidî yên li deverê neçar man koçber bibin.
Kurdên Êzidî jî wekî Kurdên din mal û milkên xwe ji komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê re hiştin.
Cîgirê Serokê Encûmena Êzidiyên Serêkaniyê û Berdevkê Encûmenê Seîd Ebdî ji Rûdawê re got:
“Dema ku hêzên Tirkiyeyê ew navçe dagir kir Êzidî jî wekî xelkê din ên wê deverê koçber bûn.
Êzidî rastî du metirsiyan hatin, ya yekem ji ber ku Kurd bûn û ya duyem jî Êzidî bûn. Ji ber van sedeman neçar man koç bikin û Serêkaniyê terk bikin.”
Li Tirbespiyê çend gund careke din tên avakirin
Li herêmên Rêveberiya Xweser, Kurdên Êzidî herçend bi azadî rîtûelên xwe pêk dianîn jî lê bi cih nebûn û bi neçarî gundên xwe terikandin û koçber bûn.
Herçiqas ew ji gundên xwe derketibin jî hîn li gundên wan nasnameya Êzidiyatiyê parastî maye.
Hunermend û kesayetiyê Kurd Zeynedîn Silêmanê xelkê gundê Cerahê ya navçeya Tirbespiyê ji dayik bûye li ser rewşa Êzidiyan got:
“Li piraniya gundên Êzidiyan koçberiyek heye û beşek ji wan gundên Êzidiyan bi temamî hatine valakirin.
Li gundê Alarşayê ti kes ji gundê xwe derneketiye. Herwiha li gundê Otlicayê 10 malbatên Êzidî mane, li ser zevî û milkên xwe ne. Hinêk Êzidî li gundê Tel Xatûnkê jî mane.
Êzidiyên gundê Mizgeftê jî hemû ji gundên xwe derketibûn piştî ku bi temamî gund hat valakirin, niha hinek Kurdên Êzidî vegeriyane ser mal û milkên xwe û hewl didin gundê xwe ava bikin.
Gundê Derîcîkê jî yê Êzidiyan e. Xelk hêdî hêdî vedigere ser mal û gundên xwe. Lê belê niha hejmara malbatên Ereb ji yên Kurdên Êzidî zêdetir bûye.”
Kurdên Êzidî niha li Efrînê û navçeya wê Şehbayê, bakurê Helebê, bajarê Helebê û bajar û bajarokên din ên Rojavayê Kurdistanê belav bûne.
Dîsa li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê jî li herêmên Serekaniyê û bajarokên Cizîrê belav bûne.