Li Mereşê qeza: 4 mirî, 4 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Koksenê ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ve du otomobîlan li hev dan û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Îro 19ê Nîsanê, li navçeya Koksenê li ser rêya Mereş-Kayseriyê kûçikek derket pêş otomobîla şofêrê wê Seyfullah Kazanci. Seyfullah Kazanci, ji ber li kûçik nede berê otomobîla xwe guhert û derbasî rêya hember bû.

Di encamê de otomobîla Seyfullah Kazanci û otomobîleke ku ji hemder de dihat li hev dan û di encamê 3 ji malbatekê 4 kesan canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û termên 4 kesan jî bo karên otopsiyê bo Saziya Pizîşkiya Dadî ya Mereşê hatin veguhestin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.