Li Dêrsimê biryara li ser dersa olî bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin
Dêrsim (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê derbarê dozeke şexsî de ku berî 8 salan hatibû vekirin biryar da û got dersa olî ya neçarî binpêkirina mafên mirov e.
Ev biryara dadgehê ku 8ê Nîsana 2022ê hat eşkerekirin li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ku piraniya wan Kurdên Elewî ne bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) dibêje herçiqas biryareke ku dereng ma be jî lê di dîroka Komara Tirkiyê de ev yekemîn biryar e ku rê li azadiya olan vedike.
Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk Musa Kullu got “Ev biryara ku Dadgeha Destûra Bingehîn wergirtiye ji bo me ji bo me gelek bi nirx e. Ji ber çi hewqas i nirx e? Ji ber ku bi salan e ev komar, hikûmet, qanûn û yasa hebûn. Heta niha dadgehan biryereke wiha nedan. Her tim Kirmanc û Elewiya qetil kirin, înkar kiri, asîmiliasyon kirin. Hikûmetê çima biryareke wiha da, ji ber ku tengav bûn nikarin pêvajoyê birêve bibin. Elewî, Kurd û Tirkên kedkar dest bi daxwaza mafên xwe kirin. Ji ber vê yekê difikirin ku bi van tiştan van mirovan bikaribin bixapînin dengên wan werbigrin.”
Nîştecihên Dêrsimê ji vê biryarê kêfxweş in û dibêjin divê hemû kes li gor bîr û baweriyên xwe bijî.
Welatî Mehmet Yildiz dibêje “Em biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê dersa olî de erênî dibînin. Em jî bi rihetî bawriya xwe bijîn, biçin cemxaneyan, îbadetên xwe bikin. Bila her kes bi azadî bijî, yên dixwazin biçin dêrê bilia biçin, yên dixwazin biçin mizgeftê bila biçin, bila kes xwe tevlî kesî neke. Em vê biryarê erênî dibînin.”
Xwendekara Amadeyî Asmîn diyar dike ku zanebûna olan dihêle mirov baştir hevdû nas û fam bike.
Xwendekar Asmin Kiliç diyar kir “Ji bo mirov hemû olan nas bike guhertina bername baş e, ne tenê ola misilmantiyê ew jî girîng e lê divê wek çandeke giştî hemû olên hene bên zanîn.”
Li gor Federasyona Komeleyên Dêrsimê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîka 25 milyon Elewî hene û piştî salên 1990î ku dersa olî hat neçarîkirin her tim nerazîbûna wan çêbû. Ligel ku ji bo betalkirina vê biryarê gelek caran serlêdana dadgehê kirine encam wernegirtine û di sala 2010an de li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê doz hat vekirin û piştî 4 salan dadgeha Tirkiyê di vê mijarê de neheq dîtibû.