Li Efrînê di navbera 2 komên çekdar de şer derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê, careke din di navbera 2 komên çekdar yên girêdayî dewleta Tirkiyê de şer derket, hejmarek çekdar hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.

Hat ragihandin, li navenda bajarê Efrînê di navbera komên çekdar yên bi navê Mutesim Billah û Firqeya 9an de ku her du kom jî girêdayî dewleta Tirkiyê ne, şerekî dijwar çê bûye.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî ve, di encama şer û pevçûnan de herî kêm 2 çekdar hatin kuştin û zêdetirî 10 çekdar jî birîndar bûne.

Çekdarên grûpa Mutesim Billah hemû baregehên çekdarên Firqeya 9an ên li navenda Efrînê kontrol kirine. Herwiha li gor zanayriyan gelek ji çekdarên Firqeya 9an dîl hatine girtine.

Herêma Efrînê herêmeke Rojavayê Kurdistanê ye ku ji dîrokeke kevn ve Kurd lê dijîn, lê ji sala 2018an ve û di encama êrişeke berfireh de ketiye destê Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve.

Piştî dagirkirina Efrînê bi dehan komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve derbasî herêmê bûn û ji wê demê ve heta niha bi sedan binpêkarî di derheqê xelkên resen ên Efrînê de kirine.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurd mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.