Di konferansa Google AMP de Şîfa Gerdî hat bibîranîn

Hewlêr (Rûdaw) – Di Konferansa Google AMP 2019 de ku li Tokyo ya Japonê birêve çû, rojnamevana Kurd û pêşkêşkar û rêvebera outpota Rûdawê, şehîd Şîfa Gerdî weke “rojnamevana wêrek û zîrek” hat bibîranîn. Keçeke Kurd û xortekî amerîkî pêkve bi projeyekê beşdarî di vê konferanê de kirin û behsa kêşeyên têkildarî înternetê yên li Kurdistanê û Iraqê kirin.

 

Konferansa Google AMP 2019, di 17 û 18ê Nîsana îsal de li paytexta Japonê bajarê Tokyoyê hat lidarxistin.

 

Keça Kurdistanî, Bala Xedeng ku xelka bajarê Koyeyê ye û xortê Amerîkî Levi Clancy ku xelkê Kalîfornyayê ye, pêkve bi projeyekê derbarê çawaniya sûdwergirtin ji AMP de beşdarî di vê konferansê de kirine.

 

Bi sedema derketina pirsgirêkê di vîzeyê de û wernegirtina vzîeyê, keça Kurd Bala Xedeng nekarî biçe Japonê û bi rêya tomarkirina gotinên xwe beşdarî di konfernasê de kir.

 



Bala Xedeng di vê bareyê de ji Rûdawê re ragihand: “AMP projeyeke nû ya Google ye ji bo çêkirina sepan ango Appên web û Appan bi awayî hêsan û bilez, ji bo ku bikarî bi înternteke giran jî kar bikî. AMP ji bo Kurdistanê pir giring e çimku li vir berdewam kêşeya elektirîkê û giraniya xeta înternetê heye.”

 

Bala Xedeng dibêje: “Me li vê derê behsa wê yekê kirk u çawan bi rêya AMP Google çê dibe ku kêşeyên me li vir bêne çareserkirin, çimku internet xirab e, yan xelk nikarin înterneta bêsînor bikirin, lewam bi bikaranîna AMP piraniya wan kêşeyan çareser dibin.”

 

Levî Clancy kesekî cihû û xelkê Kalîfornyayê ye û dema pênc salan e ku li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê kar dike. Levi û Bala bi rêya karkirin di kompaniyekê de hevdu nas kirine û paşê biryar dane beşdarî di konferansa AMP a li Tokoyê de bikin.


 

 

Xortê Amerîkî, Levi Clancy jî ji Rûdawê re ragihand, di vê konferansê nêzîkî 500 developer ji seranserê cîhanê beşdar bûne û me behsa wê yekê kir ku li Kurdistanê jî gelek devepolerên serkevtî hene ku dikarin bi rêya AMP hêsankariyan ji bo bikarhênerên înternetê bikin.

 

Bala Xendeg dibêje, divê hewl were dayîn di fakulteyên taybet bi zanista kompiyuterê de û di kompanyayan de jî kar li ser pêşxistina AMP bê kiri, daku dema ku malper an jî appeke nû tê çêkirin, giringî bi kalîte û xwasta xelkê wan navçeyan bêne dan. Bala Xedeng dibêje: “Mebest ev e dema ku AMP hat pêşxistin, hewl bê dan ku giringî bi xwest û daxwaza xelkê vir jî bê dan.”

 

Di konferansê de 19 rapor hatine pêşkêşkirin ku yek ji wan a Bala Xedeng û Levi Clancy bû û wan têde behsa rewşa Kurdistanê û çend warên taybet bi Kurdistanê kiriye.

 

Şîfa Gerdî yek ji wan jinan bû ku Bala û Levi di rapora xwe de weke rojnamevaneka wêrek û azad bi nav kirin û ji beşdarên konferansê re behsa wê kirin.

 


Di vê derbarê de Bala Xedeng got: “Di konferansê de me behsa wê jî kir ku pêwîst e cîhan Kurd nas bike, li vir tenê şer û teqîn nîne, û Kurdistan aram û ewle ye û di navbera pêkhateyan de pêkvejiyan heye. Herwiha me behsa çend kesên navdar ên Kurdistanê kir, kesên weke Şîfa Gerdî ku rojnamevaneka wêrek û zîrek bû.”

 

Levi Clancy di konferansê de li ser Şîfa Gerdî daye xuyakirin: “Hinek stêrk hene li Kurdistanê ku li ser asta cîhanê naskirî ne, ji wan Şîfa Gerdî ku rojnamevaneka ciwan bû û li Rûdawê kar dikir. Ew di dema rûmalkirina şer de li Mûsilê şehîd bû.”