Bi biryara Erdogan bi dehan berpirs ji AK Partiyê hatin derxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê li 81 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi dehan berpirsên AK Partiyê yên bajar û bajarokan ji vê partiyê hatin avêtin. 

 

Li gor agahiyên ji medyayê Tirkiyê ve, Encûmena Navendî ya AK Partiyê roja bihorî di derbarê encamên hilbijartinên 31ê Adarê û rewşa navxweyî ya partiyê de civiyaye.

 

Di civînê de, têkildarî kêşe û kêmasiyên navxwe yên di nav AK Partiyê de raporên ku hatibûn amadekirin, pêşkêşî Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan hatine kirin.

 

Hatiye ragihandin ku Erdogan di vê civînê de amaje bi wê yekê kiriye ku di hilbijartinên 31ê Adarê de li hin cihan kêmasî di berbijêrên AK Partiyê de hebûne û di diyarkirina berbijêran de şaşî hatine kirin.

 

Herwiha Erdogan di vê civînê de hewl daye, moralê rayedar û rêxistinên AK Partiyê bilind bike û ji wan re gotiye ku serkevtiyê hilbijartinên 31ê Adarê, AK Partî ye lê wan hin cih ji dest dane.

 

Erdogan li ser vê yekê amaje bi encamên hilbijartinan li Enqere û Stenbolê kiriye û gotiye ku li herdu bajaran jî AK Partiyê bi rêjeyekî kêm ê dengan, encam winda kiriye.

 

Piştî gotûbêjkirina raporên amadekirî, Erdogan biryar da ku li 10 parêzgehan û çendîn navçeyan serokên rêxistinên AK Partiyê ji partiyê bêne dûrixstin.

 

Ew endam û berpirsên AK Partiyê bi sedema ku di dema hilbijartinan de nekarîne rola xwe bilîzin û herwiha bûne sedema nerazîbûnên xelkê yan jî alozî û nakokiyên di nava AK Partiyê, ji vê partiyê hatine avêtin.

 

Li gor agahiyên ji medyayên Tirkiyê ve, guhertinên navxweyî di nav AK Partiyê de di rojên bê de jî dê berdewam bin û derbarê berpirsên rêxistinên AK Partiyê yên Stenbol û Enqerê de, Erdogan dê di dema bê de biryarê bide.

 

Di hilbijartinên 31ê Adarê de, tevî ku AK Partiyê rêjeya herî zêde ya dengan wergirt û piraniya şaredariyên wî welatî bi dest xist, lê belê herdu şaredariyên Enqere û Stenbolê ji dest dan, ku du bajarên herî giring ên Tirkiyê ne. Berbijêrên CHPê li her du bajaran serkevtin bi dest xistine.