LALEŞ – Kurdên êzidî Çarşema Sor pîroz dikin

Laleş (Rûdaw) – Cejna serê salê ya kurdên êzidî, li gorî Salnameya Rojhilatî, her sal dikeve yekemîn çarşema heyva Nîsanê. Roja berî cejnê kurdên êzidî ji deverên cuda berê xwe didin perestgeha Laleşê û 366 çirayan pêdixin. Weke ew dibêjin, ev cejin cejna hemû mirovatiyê ye.i

 

Cejna serê salê ya kurdên êzidî, li gorî Salnameya Rojhilatî di yekemîn çarşema serê Nîsanê de tê pîrozkirin. Di vê cejnê de kurdên êzdî li deverên cuda yên Kurdistan û cîhanê qesta Perestgeha Laleşê dikin û 366 çirayan hildikin. Ew dibêjin ev cejin ya hemû mirovahiyê ye.

 

Jin û keçên ji destê DAIŞê rizgar bûne, jî di vê cejnê de li Laleşê, li gorî dabûnerîtên xwe yên olî xwe helal dikin. Yek ji wan keçikan ev 2 roj in ji destê DAIŞê rizgar bûye. Kesayetên olî pêşwaziya wê dikin. Ew li cihên cuda yên perestgehê digere, bi ava Laleşê tê mohrkirin.

 

Keça êzidî du cenên xwe di bin destê DAIŞê de derbas kirine. Dema behsa bîranînên xwe dike gewriya wê tejî dibe û dibêje; “Mala Xwedê û yê Şêx Hadî ava be. Ez ji destê DAIŞê rizgar bûm. Spasiya pêşmerge dikim, ku ez rizgar kirim. Ez hatime Laleşê da ku xwe helal bikim.”

 

Hilkirina 366 çirayan li Sûka Merîfetê ya di nava Perestgeha Laleşê de, nîşaneke cejna serê salê ye, ku kurdên êzidî bi regezên cuda bi hevre beşdar dibin.

 

Hemwelatiya êzidî Mêmê Nasir dibêje; “Îro roja fetîlê Tawisê Melek e. Bila Xweda Kurdistanê û me êzidiya biparêze. Hêviya me ji Xwedê ew e bila van kafiran ji pêsîra me veke.”

 

Li gorî ola êzidiyatiyê Laleş yekemîn cihe ku li ser rûyê erdê hatiye mehîn û bûye erd. Lewma ew Laleşê pîroz dibînin.

 

Zanayê ola êzdayetiyê Şero Îbrahîm dibêje; “Ramana wê ew e, ku ev 366 fetîl nîşana 366 rojên salê ne. Xwedê 366 roj dane salê. Herwiha nirxeke mezin daye rojê. Ji ber ku roj qibleya me ye.”

 

Perlemantoya Kurdistanê ji bo rêzgirtina êzdîtiyê, di sala 2010ê de biyar da, roja cejnê li hemî dezgehên fermî yên Kurdistanê bêhnvedana fermî be.