Nêzîkî 1200 çavdêr û 1700 saziyên medyayê hilbijartinên Kurdistanê dişopînin

 

Hewlêr (Rûdaw)- Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku hejmareke mezin ji çavdêrên navdewletî û navxweyî çavdêriya hilbijartinan bikin, herwiha dê rewşa hatin û çûnê jî roja hilbijartinan normal be.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, Serbest Mistefa ragihand ku 7 hezar û 964 navendên dengdanê li seranserê Iraqê hatine vekirin, tevî navendên taybet bi rojnamevan, çavdêr û dengdana taybet ya hêzên navxwe û artêşê û Pêşmerge.

Derbarê revenda Iraqî li derve jî, Mistefa amaje kir ku wan navendên dengdanê li 19 welatan vekirine û birayre li Fenlandayê jî navendek bê vekirin.

Ji aliyek din ve Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê aşkere kir ku heta niha 1 hezar û 249 çavdêr, 278 navendên medya yên cîhanî û 1 hezar û 325 navendên medya yên navxweyî navên xwe tomar kirine bo çavdêrîkirina hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê, ku biryar e di 30 vê mehê de bên lidarxistin.

Ji aliyek din ve berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa got:“Em kêfxweş in ku hejmareke mezin ya çavêdrên navxweyî û navdewletî çavdêriya her du hilbijartinan dikin”, û Felah Mistefa her wiha piştgiriya temam ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û fermangeha têkiliyên derve bo Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê û çavdêran anî ziman.

Wekîlê Wezareta Navxwe Ebdulla Xeylanî, jî ragihand ku di roja hilbijartinan de ti guhertin li ser hatin û çûna navbera bajarên Herêma Kurdistanê de nayê encamdan û dê hatin û çûn normal be û ti qedexe jî li ser nebe.