Li Herêma Kurdistanê ji bo Newrozê betlaneya fermî hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê îsal betlaneya Newrozê 3 roj bin.

Li gorî daxuyaniyê, betlaneya Newrozê 21ê Adarê dest pê dike û 24ê Adarê jî xelas dibe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku dê îsal ji ber rojiya Remezanê merasîmên pîrozbahiyê piştî fitarê werin kirin.

Li hêla din, pêleke baranê Başûrê Kurdistanê daye ber xwe û tê çaverêkirin ku şilî heta 21ê Adarê berdewam bike.