Li Colemêrgê dibistan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê îro ji ber berf û baranê dibistan hatin girtin.

Tevî hatina biharê jî li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam dike.

Parêzgariya Colemêrgê doh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku dê li tevahiya parêzgehê berf û baran berdewam bike.

Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ji ber şiliyê egera lehî û aşûtê heye.

Li gorî daxuyaniyê tenê dê li saziyên perwerdeya bilind perwerde berdewam bike.

Li hêla din, dê hemû kurs û dibistanên taybet û fermî girtî bin.

Parêzgariyê ragihand ku karmendên astengdar û jinên ducanî bi destûr werin hesibandin û naçin kar.