25 Photos
Bi serpereştiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja Yekşemê li 23 bajarên cuda pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.
Pîrozbahiyên îsal di bin siya karesatên erdhej û lehiyê de hatin lidarxistin. Tevî baranê jî li gelek bajaran pîrozbahî bi pêxistina agir û girtina dîlanê hat pîrozkirin.
Pîrozbahiya herî mezin li Yenîkapi ya Stenbolê hat lidarxistin. Her wiha li Wan, Êlih, Îdir, Çewlig, Dêrsim, Mûş, Qoser a Mêrdînê, Gever a Colemêrgê, Tetwan a Bedlîsê û Bazîd a Agiriyê, Enqere, Mêrsîn, Antalya, Îzmîr, Aydin, Mugla, Manîsa, Bursa, Balikesir û Gebze ya Kocaeliyê jî Newroz hat pîrozkirin.
Cejna Newrozê ya li Amedê dê 21ê Adarê roja Sêşemê bê pîrozkirin.
Wêne: Ragihandina HDPê