Li çend welatên Ewropayê dagîrkirina Efrînê hat protestokirin

Hewlêr (Rûdaw) - Duh 4 sal li ser dagîrkirina Efrînê re derbas bûn, bi vê boneyê li Almanya û Belcîka li çend bajarên cuda xwepêşandanên piştevaniya ji bo Efrînê birêve çûn û xelkê herçar parçeyên Kudistanê di wan çalakiyan de beşdar bûn. Biryar e, îro jî, çalakiyên protestokirina dagîrkirina Efrînê berdewam bin.

Di roja çaremîn salvegera dagîrkirina Efrîna Rojavayê Kurdistanê de, revenda Kurdistanî li çendîn bajarên Ewropayê sekn û xwepêşandanê protestokirina dagîrkirina wê herêma Kurdistanî kirin. Li çend bajarên Ewropayê, wekî Amsterdam, Oslo, Paris û Grenoble seknên protestokirinê bên kirin.

Li meydana Bithoven li bajarê Bonê yê Almanyayê ku tê de li ser daxwaza Yasa, Komela Mala Kurdan li Bonê û Şaxê Yekîtî yê Bonê kurdên bajêr dagirkirina Efrînê protesto kirin û daxwaza bidawîanîna dagîrkeriya wê ji aliyê Tirkiyê  û grûpên çekdar ve kirin.

Li Berlînê jî, li ser bangewaziya herdu partiyên PYD û El Wehde, sekneke protestokirina dagîrkirina Efrînê hat kirin û tê de bi bilindkirina Ala Kurdistan û TEV-DEM û YPG, beşdaran slogan ji bo nasnameya Kurdî ya Efrînê berz kirin.

Her li Almanya, li bajarê Kolnê, revenda Kurdî ji hemû parçeyên Kurdistanê, li ser daxwaza Destpêşxeriya Zeytûn,  li pêş konsulxaneya Tirkiyê civiyan û piştevaniya xwe ji bo Efrînê nîşan dan û daxwaza bidawîanîna dagîrkirina wê kirin.

Li Brukselê jî, di heman çarçoveya bibîranîna çaremîn salvegera dagîrkirina Efrînê de, sekneke protestokirinê hat kirin.