Keça Şêx Baz behsa dema mûşekbarankirina mala wan dike

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor dîmenên xaniyê Şêx Baz Berzincî, li Hewlêrê ku demjimêr 1.20 xulekên şeva 13ê Adarê,  bûye armanca mûşekên balîstîkî yên Îranê wêran bûye. Endamên malbatê hêj jî di şoka dema êrîşê de ne û nizanin ew  ji bo çi hatine armanckirin.

Malbata Şêx Baz bi awayekî balkêş ji wê êrîşê rizagar bû. Ew dixwazin bi hildana kelûpelên şikestî yên mala xwe ya  ku hatiye mûşek barankirin, ji cîhanê re bibêjin, mal û cihê jiyana wan  bi hincetên bê bingeh hatiye armanckirin.

Xaniyê Şêx Baz û malbata wî, ji bilî cihê niştecihbûnê, ew cih bû ku hemû kelûpelên xwe yên bi qedr û qîmet têde komkiribûn. Ew kelûpel û wêneyên bîranînê yên di wî xanî de, sotine û şikestine, ligel çakkirina  xanî,  nayên çakkirin.

Rêveberê Kompanyya Kar Grûp û Xwediyê Xaniyê Şêx Baz Berzincî dibêje: “Ji ber ku gelek nêzîkî vê derê bû, reng e 10 heta 150 metreyan ji vir dûr bûbin, ji ber vê yekê karesat bû. Bi taybet bo zarokan.”

Bi her aliyekê xanî ve diçî û dinêrî wêran e.  Ji erdê xanî,  heta serban û keresteyan, ti tiştek nemaye ku bo bikaranînê bi kêr bê.

Şêx Baz Berzincî herwiha got: “Ev mala malbata min û mala me ye. Hemû wêne û kelûpelên zarokên min di vê malê de ne. Hûn dikarin biçin di nav kavilan de û hemû kelûpelên me bibînin. Arşîva ji zarokatiye me  heta niha tê de ye.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, di sedema pêketina hevjîna Şêx Baz,  Newîn Subhî bi Coronayê, çend roj bûn,  çûbûn xaniyekê  xwe yê din ê li nêzîkî xaniyê wan ê sereke. Êvara 12ê Adarê encama pişkinîna hevjîna Şêx negatîv derket, lê liser daxwaza Newîn Xan, vegera xwe bo rojek din paşxistin. 

Banû ya keça Şêx Baz Berzincî behsa dema mûşekbaranê dike.

Keça Şêx Baz Berzincî, Banû got: “Kes nedikarî li cihê xwe raweste, ji ber ku pencere hûr bibûn. Wê şevê  rewşa me ev  bû. Çi pêlaveke ketiye ber dest, me xist lingê xwe û her çaketekê ketiye ber dest me li xwe kir. Em di nav bexçe de bûn û me mûşek ji asman ve didîtin  dema  ku di ser me re derbas dibûn. Me ne dizanî dron in, yan mûşekên balistîkî.”

Supaya Pasdaran a Îranê Roja 13ê Adarê nîvro ragihand, ku wan binkeyeke Îsraîlî li Hewlêrê kirine armanc. Piştre Ajansa Mîhrî ya nîvfermî ya Îranê jî navê 9 kesan belav kiriye, ku qaşo Îsraîlê ne û di êrîşê de hatine kuştin.  Gotinên Supaya Pasdaran ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê ve hatin red kirin. Hewlêr û Bexda û Şêx Baz bixwe jî, daxwazê dikin ku lêkolîneke berfireh derbarê wê êrîşê de bê kirin. Herwiha  daxwaz dikin ku  Îran bixwe jî bê û lêkolînan bike.

Şîrovekarê  Siyasî Hîwa Mehmûd Osman jî got: “Eşkere ye ku tişta Îranî behsa wê dikin, tiştekî bê wate ye. Ev der dibe ku  ji bilî binkeya Îsarîlî her ciheke din be, bi xwe jî vê dibîne.”

Ji ber êrîşê ziyanên mezin gihiştine çend xaniyên din, du kesên sivîlên Kurd û Musilman ên xelkê Hewlêrê jî birîndar bûn.