Qasim Silêmanî peyama sersaxiyê şande Newşîrwan Mistefa

Silêmanî (Rûdaw) – Fermandarê Supaya Qûdisê ya Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî ji ber koça dawî ya hevjîna Newşîrwan Mistefa peyameke sersaxiyê şand û daxwaza sebr û aramiyê kir.

 

Li gorî nûçeyên medyaya Tevgera Goran Fermandarê Supaya Qûdisê Qasim Silêmanî ji Newşîrwan Mistefa re peyama sersaxiyê şandiye.

 

Di peyama xwe de Qasim Silêmanî jiber koça dawî ya hevjîna Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa hevxemiya xwe derbiriye û gotiye; “Ji bo cenabê Newşîrwan Mistefa Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran. Bi xembarî me koça dawî ya hevjîna we ya birêz bihîst. Ji Xwedayê Mezin daxwaza lêxweşbûnê jê re dikim. Ji bo cenabê we û xizmên we jî daxwaza sebr û aramiyê dikim.”

 

Roja Înê 17-03-2017 hevjîna Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran, Şûle Elî li Nexweşxaneya Farûq a Silêmaniyê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

 

Şuile Elî di sala 1957ê de ji dayik bûye, di sala 1981ê de bi Newşîrwan Mistefa re zewiciye. Xwediyê 2 kurên bi navê Nima û Çiya û keçek bi navê Çira ne.

 

Xanim Şuile Elî di pirraniya rawestgeh û qonaxên jiyana kesî û bûyerên siaysî yên Kurdistanê de û bi taybetî di serdema xabata li çiya de, hevrêyê hevjînê xwe Newşîrwan Mistefa bûye.