AMED - Zarok li mizgeftê bi kêrê tirsandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê zilamekî zarokên li mizgeftê bi kêrê tirsandin.

Wî kesî îdia kir ku zarokan harbûnî kirine û wî jî bi kêrê ew tisandine û hişyarî daye wan.

Bûyerê 13ê Sibatê li Mizgefta Fatihê ya navçeya Rezanê ya Ameda Bakurê Kurdistanê rû daye.

Di dîmenên kameraya ewlehiyê de xuya dibe ku zilamekî temenê wî mezin bi kêrê xwendekaran ditirsîne.

Herwiha di dîmenan de dixuye ku piştî wê yekê zarok ji mizgeftê derdikevin.

Hatiye ragihandin ku piştî belavbuna dîmenan polîsan derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Li hêla din, Parêzgariya Amedê ragihand ku ew kes hatiye desteserkirin.