Hinarde û hilberîna paqleweya Dîlokê ji sedî 50 daketiye

Hewlêr (Rûdaw) - Di serdema koronayê de hem hinarde û hem jî hilberîna paqleweya Dîlokê ji sedî 50 daketiye. Bi qasî 5 hezar karkerên paqleweyê jî di dema koronayê de ji kar hatine derxistin.

Li Bakurê Kurdistanê paqleweya herî xweş li bajarê Dîlokê çêkirin. Nav û dengê paqleweya Dîlokê li hemû cîhanê belav bûye.

Ji ber nexweşiya koronayê paqleweya Dîlokê şikesteke mezin xwar. Beriya koronayê salane 130 ton paqlewe ji 30 welatên cîhanê re dihate şandin.

Li karxaneya hilberîna paqleweyê dema çêkirina wê ye. Kakilên hûrkirî yên fistiqan, hevîrê ku bi hostetiyeke mezin bi tîran tê tenikkirin nîşaneya sereke ya çêkirina paqleqweyê ye.

Hosteyê Paqleweyê Muhamed Yaqup Buyuk: “Hilberîna me beriya koronayê rojane 200 tepsî bû lê niha daketiye 100 tepsiyan. Ji ber pandemiyê hilberîna me nîve nîv daket. Çimkî êdî kirîgerên me yan qet paqlewe nakirin yan jî kêm dikirin. Sedemeke din a daketina firotina paqleweyan jî di dema koronayê de nehatina geştiyaran a Dîlokê ye.”

Eyup Buyuk jî yek ji wan hilberîneran e ku li Dîlokê 3 û li Hewlêrê jî şaxeke wî ya şîraniyê heye. Bi tundkirina tedbîrên koronayê re firotina paqleweya wî ji sedî 50 daketiye.

Hilberînerê Paqleweyê Eyup Buyuk: “Pandemiyê bandora xwe ya herî xirab li ser sektora xizmetgûzariyê kir. Gelek kargeh, xwaringeh û cihên ku şîraniyan difiroşin hatin girtin. Ji ber vê yekê jî me di kar de gelek zirar kir. Ji sedî 50 dahata me ket. Ez bawer im bi derzîkirinê re dê ev pandemî biqede. Piştî pandemî qediya jî dê sektora xwarinê bi taybetî jî şîraniyê kara xwe 2 qatan zêdetir bike.”

Li Dîlokê li gorî amarên fermî rojane ji 15 tonî zêdetir paqlewe tê çêkirin. Bi hilberînerên netomarkirî re ev tonaj salane figihije 7 hezar û 500 tonan. Lê helbet ev amarên beriya koronayê ne.

Hilberînerê Paqleweyê Levent Aktaş: “Niha li Dîlokê ji sedî zêdetir hilberînerên mezin ên paqleweyê hene. Beriya nexweşiyê li vî bajarî rojane carna 20 ton paqlewe dihate çêkirin. Lê niha daketiye binê 10 tonan. Di vî karî de nêzî 10 hezar karker dixebitîn. Lê niha nîvê karkeran bi awayek ji karê xwe bûne.”

Li gorî amarên Odeya Hilberînerên Paqleweyê beriya nexweşiya koronayê ji Dîlokê bo 30 welatên cîhanê salane 130 ton paqlewe dihate hinardekirin. Piştî derketina koronayê ji ber ku hinardekirina vê şîraniyê şikesteke mezin xwariye, rêjeya di dema vê nexweşiyê de nehatiye belavkirin.