PYNK: Me gelek astengiyên li pêşiya yekrêziyê rakirin

Hewlêr (Rûdaw) - PYNKê ragihand ku wan gelek astengiyên li pêşiya yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê derbas kirine û daxwazê ji ENKSê dike, asankariyan ji bo serxistina wê proseyê bike.

Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) di daxwiyaniyekê de ragihandin ku destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî ji bo yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku Amerîka û hinek dostên din jî piştevaniya wê dikin, gaveke li ser riya rast û diyar jî dike ku tevî cudabûna nerînên di navbera wan û ENKSê de, lê wan gelek astengî derbas kirine.

Herwiha PYNKê dibêje ji bo biserxistina yekrêziyê wan gelek asankarî kirine û daxwaz ji ENKSê kir ku ew jî asankariyan bikin.

PYNKê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew tekeziyê li serxistina destpêşxeriya yekrêziya aliyên Kurdî dikin ku ewê di berjewendiya gelê Kurd û yê Sûriyê de be.