Deriyê Sînor yê Serzêrê ji nû ve vedibe

Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê Serzêrê yê di navbera Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de ye ji nû ve vedibe.

Deriyê Serzêrê yê di navbera navçeya Amediyê ya Duhoka Başûrê Kurdsitanê û navçeya Çelê ya Colemêrg Bakurê Kurdistanê de ye ku sala borî di meha Adarê de hatibû girtin, ji nû ve vedibe.

Birêveberê nahiya Kanî Masiyê ya girêdayî navçeya Amediyê Serbest Sebrî ji Rûdawê re ragihand ku Deriyê Sînor yê Serzêrê dê di hefteya pêş de bê vekirin.

Serbest Sebrî diyar kir ku Deriyê Serzêrê dê di bin tedbîrên vîrûsa koronayê de bê vekirin.

Sebrî da zanîn ku di derî de serê mirovê bi 60 hezar dînar (41 dolar) testa Covid-19ê bê kirin.

Herwiha Sebrî dibêje ji bo vekirna deriyê sînor di hefteya bê de parêzgerê Duhokê dê serdana derî bike.

Li gorî biryara 18ê Sibatê ya Wezareta Navxwe ya Herema Kurdistanê, dê Deriyê Sînor yê Serzêrê ji bo hatin û çûndinê bê vekirin.

Beriya ku deriyê Serzêrê bê girtin rojana nêzîkî 500 erebe tê de derbas dibûn.