Papayê Vatîkanê pêşwazî li Serokwezîrê Kurdistanê kir

Vatîkan (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî îro ji aliyê Papayê Vatîkanê, Papa Fransîs ve bi germî hat pêşwazîkirin. Papa, li hember pêkvejiyana olî û netewî, xizmetkirina aware û penaberan, vehewandina Krîstiyanan û têkoşîna li dijî tundrewî û terorî, pesna rola Kurdistanê da û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Peyamnêrê Rûdawê, Zinar Şîno ku ji bo şopandina hevdîtinên şanda Herêma Kurdistanê yên li Îtalya, li Romayê ye, ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Papa Fransîs îro li Vatîkanê civiyan.

Zinar Şîno got, Serokwezîrê Kurdistanê di vê hevdîtinê de dê behsa rewşa Kurdistanê di aliyê siyasî, mirovî û pêkvejiyanê de bike.

Derbarê civînê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, di civînê de “rewşa niha ya Iraqê û navçeyê, rewşa pêkvejiyana olî û netewî û rewşa Krîstiyanên Iraqê û Herêma Kurdistanê” hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, “Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo peyam û şîretên wî yên ji bo kûrkirina rihê aştîxwazî, tolerans û pêkvejiyana di navbera gelan û pêkhateyên cuda yên cîhanê, Iraq û navçeyê de, spasiya Papayê Vatîkanê kir”.

Papa Fransîs di civînê de li hember pêkvejiyana aştiyane ya olan li Kurdistanê, pesnê rola Herêma Kurdistanê da.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Papa re bi kurtî behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, bi taybet di warê pêkvejiyana olî û netewî de kir û ragihand hemû pêkhate li Kurdistanê di nava aramî û tifaqê de dijîn û mafên xwe yên mirovî, olî û koltorî bikar tînin”. Mesrûr Barzanî tekez kir, ku ew yek ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim mijareke giringîpêdanê bûye.

Serokwezîr Barzanî herwiha daye xuyakirin, Herêma Kurdistanê “sitargeheke aram” bûye ji bo bi sedan hezar kesên aware û penaber, ku ji ber tundiyan û rewşa navçeyên cuda yên Iraq û Sûriyê berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

Li gor daxuyaniyê, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi fermî Papayê Vatîkanê, Papa Fransîs vexwand ku serdana Herêma Kurdistanê bike.”

Papa Fransîs, ji ber wê rewşa aram ku ji tevahiya pêkhateyên olî û netewî re hatiye dabînkirin û ji ber ku cih daye hemû wan aware û penaberan û xizmetên pêwîst pêşkêşî wan kiriye, pesnê rola Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da.

Di beşeke din a civînê de, Papayê Vatîkanê spasiya helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku hertim giringî daye pêkvejiyanê, aştî, aramî û tifaqê û tekez kir, “Kurdistanê di rûbirûbûn û têkoşîna li dijî gotarên tundajo û şerê li dijî terorê li Iraqê û navçeyê de, bandoreke mezin hebûye û di ber mirovahiyê, azadiya pêkhateyan û parastina maf û kerameta wan, gelek qurbanî dane”.

Di civînê de, rewşa Kirîstiyanên li Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, “Herêma Kurdistanê ne tenê ji bo Krîstiyanên Kurdistanê, lê belê ji bo tevahiya Krîstiyanên Iraqê, herêmeke aram bûye û mînakeke baş a pêkvejiyanê ye.”

Pêştir li Vatîkanê pêşwazî li Mesûd Barzanî ku wê demê Serokê Herêma Kurdistanê bû û Nêçîrvan Barzanî ku wê demê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû, hatiye kirin û hevdîtina îro ya Mesrûr Barzanî li gel Papayê Vatîkanê, yekemîn hevdîtina li gel berpirsên bilind ên Kurdistanê nîne û ji mêj ve pêwnediyeke gelek bihêz di navbera Herêma Kurdistanê û Vatîkanê de heye. Her ji ber wê pêwendiya bihêz, şanderên taybet ên Papa serdana Herêma Kurdistanê û Hewlêrê kirine.

Peyamnêrê Rûdawê ku niha li Vatîkanê ye, herwiha da xuyakirin, biryar e her îro demjimêr 12:30 bi dema Hewlêrê, şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Îtalya bicive.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, sêyemîn û civîna dawî ya şanda Herêma Kurdistanê li Îtalya jî dê bi Wezîrê Berevaniya wî welatî re be.

Duh Sêşemê 18ê Sibatê jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel Serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolîn civiyabû û bi wî re derbarê pêşhatên herî dawî yên li Iraqê û navçeyê, pêwendiyên navbera Kurdistanê û Vatîkanê û rola Kurdistanê di vehewandina pêkhateyên kêmîne û bi taybet Krîstiyanan de kiribû.