ASAYIŞ: Emîrê DAIŞê yê ku 4 pêşmerge şehîd kiribûn, hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, emîrekî DAIŞê ku serpireştiya şehîdkirina 4 pêşmergeyan kiribû, hat kuştin.

 

Dije-Teror a ser bi Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê îro yekşemî 19ê Sibata 2017ê di daxuyaniyekê de kuştina berpirsekî mezin ê rêxistina DAIŞê ragihand.

 

Li gorî daxuyaniyê, serkirdeyê DAIŞê yê bi navê “Ebû Zer” ku di şehîdkirina 4 pêşmergeyên Kurdistanê de berpirsyar bûye, hatiye kuştin.

 

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand: “Di berdewamiya tolhildana xwîna pêşmergeyên şehîd ên Kurdistanê, saet 11:40ê îro 19-02-2017, di operasyoneke hevbeş a Rêveberiya Asayişa Hewlêrê û hêzên hevpeymanan de, terorîst Talîb Ilêwî Hemdanî naskirî bi “Ebû Zer”, li navçeya Hewîceyê hat kuştin”.

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin, ku li gorî zanyariyên Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, “Ebû Zer Emîrê Dîwana Zekatê ya Wîlayeta Kerkûk a DAIŞê bûye”.

 

Derbarê çawaniya kuştina wî emîrê DAIŞê de jî hatiye diyarkirin, ku Ebû Zer di bombebarana firokeyên hevpeymanan de hatiye kuştin.