AMED - Elektirîk û av li ser 100 malên Qirxalî qut bûye

Amed (Rûdaw) - 100 malên taxa Qirxalî ya ser bi navenda bajarê Amedê ev 3 meh in bê elektirîk û bê av in.

 

Ji ber qutbûna ceyranê, welatî nikarin avê jî ji bîrê xwe bikêşin. Welatî bi pêyan diçin ji 2 kîlometir dûr avê hildigrin tînin. Welatî di tarîtiyê de ne. Xwendekar ji dersên xwe dimînin.

 

Li aliyê din berpirsên têkildarê kêşeya av û ceyranê jî ji daxuyaniya dîtbarî direvin.

 

Jiber nebûna ceyranê amûr û alavên ku bi ceyranê dixebitin hemû rawestiyane. Sarinc vala bûne, firaqûfol li ser dezgehê li hêviya şuştinê ne û lodên cilûbergan li ber cilşoyê zêde bûne.

 

Nişteciha Taxa Qirxalî ya bi navê Ayten Begen ji Rûdawê re wiha got: “Ceyran tune. Ev sê mehên me ne, em bê ceyran û bê av in. Ceyran hebe, ava me jî heye. Dema ceyran tunebe ava me jî dimiçiqe. Em ne dikarin karek bikin. Welehî firaqên me li ser dezgeyê neşuştî mane, cilûbergên me gişt li erdê mane, nivînên me gişt qirêj bûne. Ka ez van cilûbergan çi bikim? Hundirên sarincên me hemû genî bûne. Bawer ke ew sewzeyên ku min havînê xistibûn sarincê, min hemû avêtin. Berpirs û rayedar kî ne, bila êdî çareyek bibînin. Em rezîl kirin!”

 

Nebûna av û ceyranê herî zêde jî zarok û xwendekar xistiye jêr bandora xwe ya neyînî. Xwendekarên ku hewl didin li ber şewlokê bixebitin êdî wekî berê di dersên xwe de serkeftî nabin.

 

Niştiha Taxa Qirxalî Senemnûr Begen jî got: “Ceyrana me tune, ava me nayê. Em nikarin serên xwe bişon. Em li ber şewlokê dersên xwe dixebitin.”

 

Niştecihê Taxa Qirxalî Ahmed Ozkaya jî anî ziman: “Ez ji bo ezmûna zanîngehê YGSê amadekariyan dikim. Ji ber nebûna ceyranê derûn û pîskolojiya me xirab bûye. Ne em dixwazin ders bixebitin. Jixwe di tariyê de ders nayê xebitandin.”

 

Taxa Qirxalî ser bi navçeya navendî ya Peyas a Amedê ye. Lewma berpirsiyariya xizmet û karûbarên avê di sitûyê şaredariyê de ye. Lê welatiyan bi xwe bîrên ava xwe vedane.

 

Niştecihê Taxa Qirxalî Mahmût Begen jî ragihand: “Fîrmaya ceyranê tirafoyekê daniye vir, têra 30 malî dike. Lê belê 100 mal li ser vê tirafoyê ye. Lewma tirafo raneke û ceyran qut dibe.”

 

Yên ku wesayîtên wan hene ji bajêr, yên ku bê wesayît in jî bi pêyan diçin 2 kîlometir ji dûr ava vexwarinê hildigirin tînin.

 

Niştiha Taxa Qirxalî Muhbet Çelem jî wiha got: “Baweriya te ji Xwedê hebe,  di vî salê xwe de diçim ji nûsîngeha petrolê avê hildigirim û tînim.”

 

Kezîban Demîr Niştiha Taxa Qirxalî jî dibêje: “Bijîşk tune, wesayît tune, av tune, ceyran tune. Wê rojê kesek rehmet kir, bê mele çû. Di tariyê de mir. Ne qerf e welle ez rast dibêjim.”

 

Niştecihê Taxa Qirxalî Erdal Dûran jî got: “Ava Çemê Dîcleyê li cem me ye û dîsa jî em bê av in û bê ceyran in.”

 

Digel ku duwemîn çemê mezin ê Kurdistanê Çemê Dîjleyê di ber Amedê re derbas dibe, di sedsala 21em de ev 3 meh in 100 malên taxeke vî bajarî bê av û elektirîk in.