Konsulê Filistînê xatir ji Nêçîrvan Barzanî xwest
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Konsulê Filistînê yê Hewlêrê Nezmî Hizûrî pêşwazî kir ku erkê wî bi dawî bûye.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî ji bo kar û hewlên wî yên ji bo bipêşxistina pêwendiyên Filistîn û Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Filistînê yê Hewlêrê Nezmî Hizûrî kir.
Konsulê Filistînê yê Hewlêrê Nezmî Hizûrî ji bo piştgirî û hevkariya wî spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.
Hizûrî xwesteka Filistînê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dubare kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha da zanîn “agirbesta li Xezeyê û pêşhatên dawî yên herêmê, mijareke din a hevdîtinê bû.”