Qers: Ji bo şîna bavê Tuncer Bakirhan konê sersaxiyê hat danîn

Tuncer Bakirhan pêşwaziya mêvanan kir / Wêne: Alî Haydar Gozlu, Rûdaw

Qers (Rûdaw) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li şîna bavê xwe Alî Bakirhan pêşwaziya mêvanan kir.

Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji bo şîna Alî Bakirhanê bavê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan konê sersaxiyê hat danîn.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari jî amade bû.

Bavê Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan roja înê koça dawî kiribû.

Hatibû ragihandin ku dê cenazeyê Alî Bakirhan li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê were veşartin.

Dayîka Tuncer Bakirhan, Îpek Bakirhanê jî Tîrmeha sala borî koça dawî kiribû.