Serok Barzanî: Ez bawer im encamderên êrişa Mêrdînê bigihin cezayê xwe

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barezanî têkildarî bûyera kuştina 5 welatiyên Duhokê li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê got: “Ez ji ber bûyera êrişê  gelek xemgîn im.” Serok Barzanîherwiha got: “Ez ji wê yekê bawer im rastiyên wê bûyerê werin eşkerekirin û encamderên vê tawanê werin dîtin û bigihin cezayê xwe.”

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 5 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji parêzgeha Duhokê di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin.

Serok Mesûd Barezanî îro Pêncşemê 19ê Çileya 2023an, di peyamekê de hevxwemiya xwe ya ji bo malbat û kesûkarên qurbarniyan nîşan da û sersaxî li wan kir.

Serok Barzanî dibêje: “Ez ji ber bûyera êrîşkirina ser çend welatiyên Herêma Kurdistanê li parêzgeha Mêrdînê ya Tirkiyê gelek xemgîn im. Ez xwe hevbeşê xema wan dizanim.”

Herwiha Barzanî di peyama xwe de dibêje dike: “Ez ji wê yekê bawer im ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel aliyên pêwendîdar ên Tirkiyê hewla xwe ya cidî û temam dide, da ku rastiyên wê bûyerê werin eşkerekirin û encamderên vê tawanê werin dîtin û bigihin cezayê xwe.”