Babacan: Çaresernekirina pirsa Kurd helwesteke xelet e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê Alî Babacan ragihand ku 40 salên Tirkiyê yên “rûbrûbûna ligel terorê” bê encam mane û got: “Tişta girîng ew e hûn sedemên hebûna terorê ji holê rakin.” Babacan derbarê pirsa Kurd de jî dibêje: “Ji ber ku îro meseleya Kurd ji aliyê şirîkatiya otorîter ve careke din hat rojevê, çaresernekirina vê meselê helwesteke gelekî  xelet e. Çareserkirina pirsgirekên welatiyên me yek ji armancên hebûna siyasetê ye.”

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVAyê) Alî Babacan îro 19ê Çileya 2022ê di civîna heftane ya partiya xwe de, li ser çareseriya pirsa Kurd, pêşhatên dawî yên siyasî û aborî yên li Tirkiyê axivî.

Babacan diyar kir ku “rûbrûbûna Tirkiyê ya 40 salan a ligel terorê” bê encam maye û got: “Rêxistina terorê li Iraq, Îran û Sûriyê heye. Dibe ku li Tirkiyê hejmara wan kêm mabe, lê ka rûbrûbûna we li ku ye. We encamek bidest xist? Na. Tişta girîng ew e hûn sedemên hebûna terorê ji holê rakin.”

Babacan gotinên serokkomarê Tirkiyê yên derbarê serkeftina “ligel terorê de” bi çîrok bi nav dike û dibêje: “Serokkomar derdikeve dibêje em wiha û wiha serkeftine, ev çîrok in. Enstûrmanên sereke yên rûbrûbûna terorê siyaseta peywendiyên navdewletî, axaftina bi herkesê re û diyaloga siyasî ye.”

Serokê DEVAyê Alî Babacan dibêje: “Ji ber ku îro meseleya Kurd ji aliyê şirîkatiya otorîter ve careke din hat rojevê, çaresernekirina vê meselê helwesteke gelekî  xelet e. Çareserkirina pirsgirên welatiyên me yek ji armancên hebûna siyasetê ye. Tişta girîng nêt e. Hûn dikarin nerîneke hevbeş nîşanî hemû welatiyên vî welatî bidin yan na? Hûn hemû welatiyên vî welatî wekhev dibînin yan na? Tişta girîng li vir e. Eger hûn bibêjin ji wir bo min deng nayên û ji ku derê bo min deng bên ew welatiyê min e û ez dê bi derdê wî re mijûl bibim, hûn nikarin bibin serokkomarê hemû welat. Hûn nikarin bibin dewletek ku nûnertiya hemû welatiyan dike. Li Tirkiyê ti hinceteke paşdemayîna demokrasiyê nabe. Bi hincetên ewlehî û terorê hewlên demokratîkbûna Tirkiyê nikarin bên rawestandin."