Miştenûr rizgar bû
Kobanî (Rûdaw)- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Kobanî ragihand ku, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge Kaşê Miştenûrê kontrol kirin.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge Emîd Muslih Zêbarî ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din, Hêzên Pêşmerge û balafirên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li çeperên DAIŞê li Miştenûrê dan.”
Zêbarî wiha domand: “Şervanên YPGê jî li ser erdê pêşve çûn û niha Kaşê Miştenûrê di destê hêzên kurdî de ye.”
Wî fermandarê pêşmerge ragihand: “Kontrolkirina Kaşê Miştenûrê tenê seatekê dirêj kir û çekdarên DAIŞê ziyanek mezin dîtin, lê heta niha hejmara ziyanên wan nehatiye xuyakirin.”
Derbarê ziyana hêzên kurdî jî, Muslih Zêbarî wiha got: “Şervanên YPGê û Hêzên Pêşmerge ti ziyanên canî nedîtine.”