Amed - Zaroka 12 salî winda bû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê yaparêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê keçeke 12 salî winda bû.
Li gorî agahiyan, li navçeya Rezanê zaroka bi navê Ecrîn Erîm piştî ku ji dibistanê hatiye malê di demjimêrên nîvro de ji mala xwe derketiye û piştî wê malbata wê ti zanyarî jê wernegirtine.
Hat ragihandin ku li ser ragihandina malbatê hêzên ewlehiyê dest bi lêgerînê kiriye.
Dayika wê Buşra Ozmenê diyar kiriye ku ew û hevjînê xwe ji hev cûda ne û keça wê dermanên nexweşiya derûnî bi kar tîne.