WAN – Ji ber berfê rêyên 138 gund û mezrayan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde rêya 138 gund û mezrayan hat girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê îro ragihand ku ji ber rewşa hewayê veguhastin ji derb ketiye û rêya 138 gund û mezrayan jî hatiye girtin.

Hatiye ragihandin ku tîmên ser bi Şaredariya Wanê ve li navenda bajêr û bajarokên wê parêzgehê dest bi vekirina rêya gund û mezrayan kirine.

Rêya serekî ya Çaldêran-Wanê ku şeva borî li navçeya Çiyayê Tendûrekê li ber çûn û hatinê hatibû girtin, vê sibê piştî paqijkirina rê ji berfê hat vekirin.

Li aliyê din li parêzgeha Mûşê jî ji şevê din ve berfê destpê kiriye û her der bi rengê spî xemilîne.

Ji ber berfa zêde li parkên navenda bajêr û li ser otomobîlan berfeke zêde kom bûye.