SÊRT - Di 60 saliya xwe de fêrî xwendin û nivîsandinê bû

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê Aynur Atîlla ya 60 salî beşdarî kursê bû, li wir fêrî xwendin û nivîsandinê bû.

Aynur Atîlla xeyala xwe ya xwendin û nivîsandinê li kursa Navenda Perwerdeya Gel a Sêrtê pêk anî.

Jina 60 salî Aynur Atîlla got wê bi salan ji ber nezaniya xwendin û nivîsandinê gelekî zehmetî kişandiye û wiha axivî: "Dema ez diçûm nexweşxaneyê min nikaribû derdê xwe bigota. Dema ez diçûm danûstendinê min nizanibû çi hatiye nivîsandin. Dema nameyek dihat min nikaribû ez bixwînim. Dema min dixwest ez telefonê yekî bikim min nedikaribû. Bi salan min zehmetiya xwendin û nivîsandinê kişand.”

Aynur diyar kir ku ew niha ji ber ku fêrî xwendin û nivîsandinê bûye, gelek kêfxweş e, û dibêje: “Temenê xwendin û nivîsandinê nîne."

Mamosta Esma Acar jî got Aynur Atîlla ji bo kesên din ên li kursê perwerdeyê dibînin mînakeke baş e.