TEV-DEM: Ji bo rêgirtina li ber êrîşên Tirkiyê kar tê kirin

Qamişlo (Rûdaw) - Berdevkê TEV-DEMê Kemal Akîf ragihand ku karekî berfireh ê diplomatîk tê kirin ji bo ku rê li ber êrîşên Tirkiyê bigirin, her wiha got, Rûsya ji xwe re Tirkiyê bikar tîne ji bo ku bandora Amerîka li deverê kêm bike.

 

Berdevkê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Kemal Akîf ji Rûdawê re daxuyakirin, ku heger Tirkiyê êrîşî ser bakurê Sûriyê bike, dê bandoreke xerab li ser hewlên dîtina çareseriya siyasî bike.

 

Kemal Akîf got ku tevahiya hêzên xwedî bandor li Sûriyê, çi Rûsya û hikûmeta Sûriyê bin, yan jî Hevpeymaniya Navdewletî be, divê helwesta xwe nîşan bidin û rê li ber êrîşa Tirkiyê bigirin.

 

Akif her wiha anî ziman, armanca Tirkiyê ne bi tenê bakur û rojhilatê Sûriyê ye, lê dê deverên din jî têkevin bin gef û metirsiya Enqere, heger hat û êrîş dest pê kir.

 

Ev yek di demekê de ye ku Sekreterê Partiya Pêşverû Hemîd Hecî Derwêş daxwazê dike ku tevahiya aliyên Kurdî di roja 20 vê mehê de li bajarê Qamişlo bi hev re bicivin daku helwesteke yekgirtî li hember gefên Tirkiyê bê avakirin.