Du zarokên koçber bi nexweşiyeke bê mînak ketine

Hewlêr (Rûdaw) - Li kampa Kewregoskê ya Hewlêrê 2 zarokên koçber ên Rojavayê Kurdistanê  bi nexweşiyeke bê mînak ketine.

 

Hinek nexweşî hene kêm kes pê dikevin weke nexweşiya van her du zarokên ji Rojavayê Kurdistanê.

 

Her yek ji wan, bi 6 tiliyên pêyan ji dayîk bûne lê tişta xirabtir ew e ku dema dibe êvar ew êdî nabînin.

 

Dayika wan dibêje ji ber ku ew di rewşeke zehmet de dijîn ew nikarin herdû zarokên xwe derman bike.