Li Êlihê 26 kes hatin desteserkirin: Hincet xwenîşandanên li dijî qeyûman in

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta beşdarî xwenîşandanên li dijî tayînkirina qeyûman 26 kes hatin desteserkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê kiribû.

Piştî tayînkirina qeyûman li seranserê Bakurê Kurdistanê xwenîşandan û çalakiyan li dijî tayînkirina qeyûman dest pê kiribû.

Li gorî nûçeya ÎHAyê, ekîbên Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Rêvebiriya Ewlehiyê ya Bajêr ji bo girtina kesên beşdarî xwepêşandanên li dijî tayînkirina qeyûman bûne xebat da destpêkirin.

Di operasyonên 26 kes hatin desterserkirin.

Miameleyên kesên hatine desteserkirin li Navenda Ewlhiyê ya Êlihê dewam dikin.