SERJIMÊRÎ - ‘Navên 140 hezar Êzidiyan nayên qeydkirin’
Hewlêr (Rûdaw) - Sufyan Yûsif Hemê got, “Di serjimêriyê de navên 140 hezar Êzidiyan nayên qeydkirin.”
20 û 21ê vê mehê li Îraq û Herêma Kurdistanê nifûs tê hejmartin.
Bi sedhezaran Kurdên Êzidî yên ku ji ber êrişa DAIŞê reviyabûn heta vêga jî li kampan dijîn.
Metirsî heye ku navên gelekan ji wan nayên qeydkirin an jî ne li ser herêmên wan bên nivîsandin.
Berpirsê Ofîsa Şingalê ya Desteya Giştî ya Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Sufyan Yûsif Hemê bû mêhvanê Nûrojê û pirsên Nalîn Hesênê yên li ser mijarê bersivandin.
Sufyan Yûsif Hemê ragihand ku ji bo serjimêriyê hejmareke kêm a koçberên Kurd ên Êzidî ji kampan vedigerin Şingalê.
Sufyan Yûsif Hemê da zanîn, di vê serjimêriyê de 140-150 hezar Kurdên Êzidî yên ku li derveyî welat in nayên qeydkirin.
Berpirsê Ofîsa Şingalê anî zimên ku di vê serjimêriyê de metirsî li ser rewşa Kurdên Êzidî heye û ti mekanîzma nîne da ku navên 140-150 hezar Êzidiyên ku çûne derveyî welat bên tomarkirin.
“Çêtir e ku hûn roja serjimêriyê li Şingalê bin”
Sufyan Yûsif Hemê daxuyand ku 60 hezar malbatên koçber ên Kurd ên Êzidî li kampên li Dihokê dijîn û bangî wan kir:
“Dema serjimêriyê agahiyên xwe xwe yên rast bidin û navê gund û herêmên ku hûn ji wan çûne rast bidin.
Çêtir e ku hûn roja serjimêriyê li Şingalê bin.”
Sufyan amaje pê kir ku eger roja serjimêriyê malxweyê malê li cihê xwe yê resen be mafê wî winda nabe.
“Ereb bi temamî zîvirîne gundên xwe”
Wî diyar kir ku Ereb vedigerin gundên ku lê rêjeya Kurdên Êzidî yên ku vedigerin kêmtir e û xwe lê berda:
“Eger em behsa guherîna demografiyê bikin. Li Şingalê gelek Ereb bi temamî zîvirîne gundên xwe.
Lê rêjeya Êzidiyên ku vegeriyane ji sedî 20 jî nîne. Ev nevegeriyana xelkê dê bandorê li demografiyê bike.”
“Ji bo serjimêriyê jî xelkekî kêm vedigere”
Sufyan Yûsif Hemê pirsa, “Xelk vedigere Şingalê?” jî wiha bersivand:
“Hinek li gorî şert û mercên xwe yên malbatî vedigerin lê ew jî rêjeyeke gelekî kêm e.
Ji bo vegera xelkê rêya herî baş ew e ku rewşa herêma me baş bibe.
Ji bo serjimêriyê jî xelkekî kêm vedigere.
Eger vegerin û navên xwe li ser herêmên xwe tomar bikin ev ji tomarkirina navan a li kampan gelekî baştir e.
Li pêşiya vegerê hinek astengî hene lê dîsa jî veger çêtir e.
Bi taybetî jî li herêmên sînorî hesasiyet heye.”
Berpirsê Ofîsa Şingalê Herêmên Kurdistanî da zanîn ku di serjimêriyê de navên 10 hezar û 700 kesên din jî nayên qeydkirin ku DAIŞê ew revandine û winda ne.
Sufyan Yûsif Hemê ragihand, hinek kesên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin li derveyî Kurdistanê tedawiya derûnî dibînin û dê navên wan jî neyên tomarkirin.