MELETÎ - Avahiyeke zererdîtî hilweşiya û kesek birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çirmiktîyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, avahiyeke ku di erdhejê de zerer dîtibû bi ser makîneya kar de hilweşiya û di encamê de şofêr birîndar bû.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê yên ku ji erdhejên 6ê Sibata 2023yan zerereke zêde dîtin, tevî derbasbûna nêzîkî du salan hilweşandina avahiyên zererdîtî bi dawî nebûye.

Li navçeya Çirmiktiyê îro di dema hilweşandinê de avahiyek bi ser makîneya kar de hilweşiya û şofêrê makîneya kar Hamza Çetin di bin kavilan de ma û birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên parastina sivîaln û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebatên demjimêrekê de Hamza Çetin bi birîndarî ji bin kavilan hat derxistin û tîmên tenduristiyê ew bir nexweşxaneyê.