Serok Barzanî û Eyad Elawî rewşa Îraq û Rojhilata Navîn gotûbêj kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî, Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Îraqê Eyad Elawî pêşwazî kir.

Baregeha Mesûd Barzanî diyar kir ku Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê bi Eyad Elawî û şanda pê re civiya.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de hilbijartinên Perlamentoya Herêma Kurdistanê, pêşhat û guherînên li Îraq û Rojhilata Navîn û metirsiyên li ser aramî û îstîqrara Îraqê hatin gotûbêjkirin.

Li aliyê din, Serok Mesûd Barzanî îro bi şandeyeke Hevpeymaniya Yekgirtî ya Enbarê jî re civiya.

Di wê civînê de jî pêşhat û guherînên li Îraq û Rojhilata Navîn û metirsiyên li ser aramî û îstîqrara Îraqê hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de parastina seqamgiriya Îraqê û hevahengî û karê hevpar ê di navbera aliyên Îraqî de jî mijarên din ên civînê bûn.