Rê li ber meşa HEDEPê ya ji bo Ocalan hat girtin

Amed (Rûdaw) – Li Amedê polîsan rê neda meşa Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya ji bo rakirina “tecrîda li ser Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.”

HEDEPê ji bo rakirina “tecrîda li ser Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan” xwest ji Amedê ber bi Gemlika Bursayê ve meşekê li dar bixe.

Meşê heta kîlometreyekê berdewam kir lê paşê girseya HEDEPê li Parka Koşuyoluyê ji aliyê polîsan ve hate rawestandin.

Li ser vê yekê di navbera parlamenterên HEDEPê û amîrên polîsan de hevdîtinana dest pê kir.

Lê polîsan bi hinceta ku Walîtiya Amedê hemû cure çalakiyên ji bo Ocalan qedexe kirine, destûr neda meşê. 

Hevserokê Giştî yê HEDEPê Tuncer Bakirhan, Berdevka HEDEPê Ayşegul Dogan û parlamenterên din ên vê partiyê xwest çalakiya xwe bibin serî.

Li ser vê yekê polîsan bendek danî pêşiya HEDEPiyan û rojnamegeran.

Bi mertalan û polîsên çevîk koma çalakger û rojnameger ji hev hatin qetandin.

Polîsan paşê jî dest bi desteserkirin û girtina HEDEPiyan kirin.

Polîs, li kesên ku hatine desteserkirin geriyan kir û paşê jî ew yek bi yek xistin otobûsên desteserkirinê.