ROJAVA – Hêzeke nû tevlî Hêzên Xweparastinê bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê, Hêzên el-Senadîd tevlî Hêzên Xweparastinê bûn ku ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk de ve ne.

 

Fermandariya Giştî ya Hêzên el-Senadîd, biryar da ku van hêzan hilweşîne û tevlî Hêzên Xweparastinê bike.

 

Hêzên Xweparastinê jî ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ne.

 

Li gorî çavkaniyekê ji bajarê Hesekê, fermandarê giştî yê Hêzên el-Senadîd, Bender Ebdulhemîd, ragihand ku tevlîbûna Hêzên el-Sendadî di nav Hêzên Xweparastinê de, li ser daxwazeke amerîkî hate kirin.

 

Çavkaniya ji Hesekê nîşan bi wê yekê daye ku biryara tevlîbûnê, li gundê Til Elo yê ser bi gundewarê bajarê Qamişlo, hate ragihandin. Vê biryarê li cem hinek amadebûyan karvedaneke redkirinê dirust kir û wan daxwaz kir ku fermandariya wan ji vê biryarê vegere.

 

Hêzên el-Senadîd ji aliyê şêxê eşîra Şemmer, Şêx Himêdî Deham el-Cerba ve, hatin damezrandin û ew ligel hêzên YPG hevpeyman in û yek ji pêkhateyên HSDê ne.