Piştî 56 salan kul û kesera şewata sînemaya Amûdê ji bîra kurdan neçûye

Navenda Nûçeyan - Berî çend rojan salvegera 56an ya şewata sînema Amûdê ya li Rojavayê Kurdistanê derbas bû.

 

Di 13.11.1960î de, bi sedan zarokên Kurd bi hênceta temaşekirina fîlma (tawanek di nîvê şevê de) ku li ser şoreşa Cezayîrê bû, di sînemaya Amûdê de hatin komkirin û piştre agir bi sînemayê ket û bi sedan zarokên Kurd şewitîn û birîndar bûn.

 

Êş û kula wan dil û cegera dê û bavên wan hê jî dişewitîne. Ev bûyer bû wek rojeke reş di dîroka kurdên Binxetê de de. Hevkarê me Besam Mistefa li ser vê bûyerê VTiyeke taybet amade kiriye.

 

Dilên dayikên wan ev 40 sal e mîna ku bi agirê sê dojehan be, têne sotin: Kezeb şewitîn, laş bûne ardûman, û bêhn bi ser Amûdê ket, bêhna kizirandin û kîna bêhempa! Şermolayê ji hingê ve bêdeng li laşên biçûk temaşe dike û ji xwe re dibêje, çi dil bûn yên ku karîbûn van dilên biçûk di nav agir de bisojin.

 

Wê rojê di salên 60î de ji sedsala derbasbûyî, sedan zarokan berê xwe dane sînema bajêr ya tenha da ku li fîlmekî li ser şoreşa Cezayirê temaşe bikin. Nizanîbûn çi li benda wan e, wê çawa bizanibin û mejiyê zaroktiyê plan û kirêtiya mezinan bibîr nabe?! Zarok bûn, nizanîbûn ku tawan ne tenê di nava fîlm de hebû, lê li derveyî wê jî hebû.

 

Wê rojê, bajarê Amûdê çîroka xwe ya mezin ji erd û esmanan re digot: Li Kurdan qewimî, mîna ku Kurd ji êş û şewatan re hatibin afirandin. Sînema sêwî, ya teng û ne amade ji pêşkêşkirina mirinê pêve, bû ejdeha û agirê xwe virde wirde belav kir û dest bi nêçîrkirina zarokên Kurdan kir, weke dêwekî sêserî laşên nerm û biçûk daqurtandin.

 

Dengê zarokên xapandî bi ser Amûdê ket, xirecir bilind bû, xelkê bajêr veciniqîn. Bavê Mihemed yê ku bajêr pê hat naskirin piştî şewatê ber bi sînemê ve çû. Jê re gotin: Qey zarokên te jî li wir hene? Li wan vegerand: "Zarokên kurdan tev yên min in" û çû nav dilê êgir, lê agirê xedar ew û dora 300 zarokên Kurd di nav xwe de şewitandin. 

 

Wê rojê, bêhna kizirandina laşê zarokên Amûda şewitî, li seranserê bakur belav bû, dûman jî heta çend rojan esmanê deverê reş û xemgîn dikir. Ji xwe agirkujên bajarê ku dora 30 kîlometran ji Qamişlo dûr e tune bûn wê çaxê û heta ku laşên terr û nerm nebûn arî ew negihîştin!

 

Wê rojê, girê Şermola yê ku dîroka Amûdê bi ax û bêdengiyê dinivîse xwe negirt û hewl da ku xwe bigihîne Amûdê û zarokên wê ji agirê bêbext xilas bike, lê zarok bi xwe hatin ba wê û xwe li kêleka wê ji bo heta hetayê dirêj kirin.