'Ji ber zêdebûna daxwaziyan, wergirtina xwendekarên Rojava dereng ma'

 

Hewlêr (Rûdaw)- Çavkanyekê ji rêveberiya wergirtina navendî li Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku bi sedema fişara zêde ya hejmara xwendekaran şêweyê tomarkirinê hinekî dereng maye.

 

Heman çavkaniyê tekez kir ku di çend rojên borî de xwendekar hatine qebûlkirin lê belê hîn şêwyên tomarkirinê nehatiye sepandin.

 

Çavkaniyê, derengmayina sepandina şêweyên wergirtinê li hejmara mezin a xwendakarên parçeyên din ên Kurdistanê ku daxwaznameyên wergirtinê pêşkêşî zanîngeh û amojgehên Herêmê kirine, vegerand.

 

Li gorî agahiyên wî berpirsî, piştî dawîhatina wergirtina xwendekarên Herêmê wê komîteya tomarkirina xwendakarên derveyî Herêmê dest bi tomarkirina van xwendekaran bike.

 

Bi sedema kirîza Sûriyê û hejmara mezin a penaberên Rojava li Herêma Kurdistanê, hejmareke mezin ji xwendekaran bê xwendin mane.