Fadil Şenyaşar hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) – Fadil Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan hat berdan.

 14ê Hezîrana 2018an xizm û parêzvanên parlementerê berê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Sirûcê ya Rihayê êrişî Malbata Şenyaran kiribû.

Haci Esvet Şenyaşar û kurê wî Celal û Adîl hatibûn kuştin û Fadil jî piştî bûyerê bi 3 rojan bi birîndarî hatibû girtin.

Fadil Şenyaşarê ku li Amedê dihat girtin û îşev hat berdan.

Fadil ji aliyê dayîka xwe Emîne, kekê xwe Ferît û gelek kesan ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Emîne Şenyaşar kurê xwe hemêz kir û rondik barandin.

“Bi saya têkoşîna dêya min li derve ye”

Ferît Şenyaşarê parlamenterê DEM Partiyê û kekê Fadil li ser berdana birayê xwe got:

“Eger darazeke bêalî heba birayê min mehekê jî girtî nedima.

Dêya min ev 6 sal û 4 meh in ku li ber xwe dide. Birayê min bi saya têkoşîna wê li derve ye.

Bi hezaran mirov hene ku wekî birayê min girtî ne.

Girtiyên siyasî bi awayekî neheq di hepsê de ne. Têkoşîna me dê ji bo wan bidome.”

“Têkoşîna me dê berdewam bike”

Fadil Şenyaşar jî wiha axivî:

“Têkoşîna me dê berdewam bike. Em spasiya her kesî dikin ku heta vêga li kêleka me bûn.”