Karasu li ser silava Bahçelî axivî: Kemîn e

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustafa Karasu got, “Tifaqa faşîst a AKP-MHPyê ji bo DEM Partiyê û qada siyasî ya demokratîk kemîn daniye.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn çûbû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav dabû wan.

Piştî vê yekê gotegotên “pêvojeke nû” dest pê kir.

“Wan kemîn daniye”

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustafa Karasu ev gava Bahçelî wekî “kemîn”ê nirxand.

Karasu di hevpeyvîna xwe ya bi ANFyê re li ser mijarê wiha axivî:

“Tifaqa faşîst a AKP-MHPyê ji bo DEM Partiyê û qada siyasî ya demokratîk kemîn daniye.

Dê bangî DEMeê bikin, tiştên ku DEM qebûl neke dê ferz bikin.

Dema ku DEM Partî û hêzên demokratîk gotinên wan nekin jî dê bi gotina ‘Me destê xwe dirêjî DEMê kir, qad vekir, derfet da, derfeta siyasetê da lê wan bersiv neda’ êrişên xwe hê zêdetir bikin.

Lîstika ku wan daniye wiha xuya dike.

Helbet divê hêzên demokrasiyê yên Kurd bibêjin, ‘Em ji bo çareseriyê amade ne lê di serî de bi rakirina tecrîda Îmraliyê paqijiya wan rêyan bikin, em ji xwe partiyên Tirkiyeyê ne, em bi çareserkirina pirsgirêka Kurd demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin.’

Bê guman heta gavên diyarkirine neyên avêtin, divê helwest û têkoşîna xwe ya li dijî desthilatdariya AKP-MHPyê bidomînin.

Bi vî rengî divê lîstika AKP-MHPyê eşkere bikin.”