Rêveberiya Xweser bilançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê amarên zererên êrişên Tirkiyeyê yên di navbera 5 û 10 Çiriya Pêşîn de eşkere kirin.
Rêveberiya Xweser îro li bajarê Qamişloyê di civîneke rojnamegerî de bîlançoya zererê êrişên artêşa Tirkiyeyê eşkere kirin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis ragihand ku 17 sazî û cihên gazê û petrolê hatin hedefgirtin û ji ber wê zêdetirî 5 milyon welatiyên herêmê zerer dîtin.
Li gorî amarên Rêveberiya Xweser:
Stasyona Siwêdiyê ku elektirîk û gazê dide tevahî herêmê hat hedefgirtin.
11 cihên stasyonên elektirîkê hatin hedefgirtin û zerer li zêdetirî 2 milyon kesan bû.
2 cihên avê hatin hedefgirtin ji ber wê 18 stasyonên elektirîkê ji kar ketin.
2 nexweşxane li herêma Cizîrê û Kobaniyê hatin wêrankirin.
48 navendên perwerdeyê hatin hedefgirtin û perwerde hat ragirtin.
Di wan êrişan de 2 zarokan canê xwe ji dest da zarokek jî bi giranî birîndar bû.
3 saziyên pîşesaziyê li herêmên Cizîr û Kobaniyê ji kar ketin.
Li Rimêlanê navendeke perwerdeyê hêzên ewlehiyê bi temamî hat wêrankirin.
Bi giştî 104 cih, avahî, navendên elektirîk, petrol û perwerdê hatine hedefgirtin.
Di nav de zarok, endamên ewlehiyê û şervanên HSDyê 44 kesan canê xwe ji dest da 55 kes jî birîndar bûn.
Rêveberiya Xweser bang li tevahî hêzên li Sûriyeyê û saziyên Neteweyên Yekbûyî kir ku helwestekê li hemberî êrişên Tirkiyeyê nîşan bidin.