Barzanî: Divê di her rêkeftinekê de hesab ji qurbanî û qedera Kurdên Rojava re bê kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî di civîna li gel Wezîrê Derve yê Fransayê de ragihand, divê di her rêkeftinekê de qurbaniyên Kurd û çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê were dîtin û giringî pê were dayîn. Serok Barzanî daxwaz ji Fransayê jî kir, ji bo ku rê li ber guhertina demografîk li navçeyên Kurdî yên bakurê Sûriyê bê girtin, rola xwe bilîzin.

Îro înê piştî nîvro li bajarokê Selahedînê, serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian kir.

Li gor daxuyaniya piştî civînê, di destpêka vê hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Fransayê silav û rêzên serokê welatê xwe Emmanuel Macron gihande serok Barzanî û ragihand: “Ev cara heftem e ku serdana Kurdistanê dikim û min hestekî mezin bo vir heye û ez hatim silav û rêzên serok Macron bigihînin cenabê we û tekezî li piştevaniya Fransa bo gelê Kurdistanê bikim.”

Di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî û pêşhatên herî dawî yên navçeyê, bi taybet metirsiyên dubare derketina terorê û rewşa Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Serok Mesûd Barzanî jî spas û pêzanînên xwe bo rola Fransa ya di piştgiriya berdewam a doza gelê Kurd de derbirî.

Di beşeke din a hevdîtinê de, serok Barzanî careke din nîgeraniya xwe derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û çarenivîsa Kurd li Sûriyê de ji Wezîrê Derve yê Fransayê re anî ziman û ragihand: “Her çareseriyek ji vê rewşê re were pêşniyarkirin û di her rêkeftinekê de, pêwîst e qurbaniyên Kurd û çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê were liberçavgirtin.”

Amerîka û Tirkiyê duh şev rêkeftinek bo rawestandina şer li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê îmze kirin. Li gor vê rêkeftinê, divê bo dema 120 saetan şer bê rawestandin û hêzên YPGê ji navçeya diyarkirî ya bo navçeya aram vekişin.

Serok Barzanî herwiha careke din daxwaz kir, ku Fransa weke dostekî hertimî yê gelê Kurdistanê û beşekeî giring ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî terorê, “ji bo rêgirtina li guhertina demografiyê li navçeyên Kurdî yên bakurê Sûriyê û rûdana karesatê, rola xwe pêk bîne.”

Tirkiye daxwaza avakirina navçeya aram li nav axa Rojavayê Kurdistanê, bi dirêjayiya 444 kîlometran û kûrahiya 32 kîlometran dike. Serokomarê Tirkiyê, Erdogan jî dibêje, wan plan heye ku 2 milyon koçberên Sûrî li navçeya aram, herêmên Kurdî yên bakurê Sûriyê, bicih bikin.

Serok Barzanî û Le Drian behsa metirsî û gefên dubare derketina komên terorîstî yên wek DAIŞê jî kirin û Wezîrê Derve yê Fransayê nîgeraniya welatê xwe ji “egera derketina terorê” ji “rewşa têkçûyî” ya navçeuê anîn ziman û tekezî li berdewamiya hevpeymanî û alîkariya Fransa û Herêma Kurdistanê di têkoşîna li dijî terorê de kirin.

Di civînê de, serok Barzanî ragihand, mixabin ew rewşa ku zemîneya derketina DAIŞê û grûpên weke wê çê kirin, hêj maye û aloziya rewşê ximzetê derketina wan dike.

Serok Barzanî tekez jî kir, ku “şerê terorê nabe tenê serbazî be û pêwîst e di aliyê civakî , siyasî, aborî û hizrî de reha wan grûpên terorîstî bêne hişikirin.”

Wezîrê Derve yê Fransayê berî hevdîtina li gel serok Mesûd Barzanî, di destpêka serdana xwya bo Kurdisanê de, şeva bihorî li gel Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî civiya û îro serê sibê jî bi Serokwezîrê Kurdistanê, Mesrûr Barzanî hevdîtin kir.