Ajaldarên Dêrsimê amadekariyên zivistanê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ajeldar amadekariyên zivistanê têne dikin, îsal cotkar û şivanên pez ên wê parêzgehê rûbirûyê pirsgirêkan bûn, baran kêm bariya çêrgeh kêm bû.

 

Ajeldarên parêzgeha Dêrsimê ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine. Sala borî çêrgehên vê parêzgehê zêde bûn, lê îsal ji ber baran kêm bariya hişk bûne. Ji aliyekî din ve ji ber bihabûna alîf û êm ajeldar rûbirûyê gelek pirsgirêkan bûne.

 

Şivan û ajeldar di şert û mercên dijwar de kar dikin, daxwazê ji hikûmetê dikin ku siyaseta kiştûkal û ajeldariyê di ber çav re derbas bike û zêdetir ji wan re bibe hevkar.

 

Ajeldarên Dêrsimê ku bi rêya vî pîşeyî debara xwe û malbata xwe dikin, demsala zivistanê di bin van çadirên naylonî de dimînin û daxwaz dikin aliyên berpirs çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin.

 

Li parêzgeha Dêrsimê 366 hezar û 422 meh û bizin hene û beşa herî zêde jî li bajarokên Çemîşgezek, Pertek û Mazgirdê tên bixwedîkirin. Ji bo paqijkirina kox û peydakirina xwerakê û parastina wan ji serma û seqema dijwar a zivistanê, li parêzgehê amadekariyên ajelderan berdewam in.