Xortekî amedî bi 200 serokdewlet û pêşewayên cîhanî re peywendî çêkiriye
Amed (Rûdaw) - Suleyman Çiftçioglu xortekî xelkê Amedê ye ku ew 31 sal in, ji serokdewletên cîhanê re nameyan dişine û daxwaza sûretên wan dike, heta niha wî ji 200 serokdewlet û pêşewayên cîhanê re nameyan şandiye û ji bersiva nameyên wan koleksiyoneke berfireh amade kiriye.
Suleyman Çiftçioglu di nav koleksiyona xwe de nameya herî zêde ku qedrê wê digire nameya Mam Celal e, Xortê Amedî niha hewl dide ku vê koleksiyonê di pêşengehekî de bide nişandan”
Suleyman Çiftçioglu weke herkesî wî jî hobiyek xwe heye, zimanê îngilizî wek zimanê dayîka xwe dizane û herwiha polîtîka û siyaseta cîhanê baş dişopîne û bi gelek serokdewletên cîhanê re têkiliyan daniye, ji sala 1986 an heta îro ew nameyan ji serok dewletan re rêdike û arşîva wan li cem xwe kiriye koleksiyon.
Koleksiyonvan Suleyman Çiftçioglu ji Rûdawê re wiha got: “Şahî û bextewarî gelek nêzî mirov e, ku mirov lê hayî bibe, hindek mirov hene bi kulîlkek jî bextewar dibin. Hindek mirov hene ku hun bixin nav baxê gulan jî dê ew bêjin çima kulîlkên sor hene yên xemrî nîne û xwe aciz bikin, ez bi koleksiyona xwe gelek bextewar im şahî û kêfa min jî ev e.”
Suleyman Çiftçioglu nameya xwe ya ewil, 31 sal berê ji Serokê Amrîka yê wê deme Ronald Reagan re rêkir û ji ber “Keraseta Cahlinger” sersaxiya wî xwest.
Çiftçioglu diyar kir ku ew di bobelata Chalinger de gelek xemgîn bûye û wiha domand: “Min xwest ku ez hestên xwe bi xelkên Dewletên Yekitiya Amrîka re parve bikim. Ez fikirîm; min ji xwe re got, ez ji yekê wisa re nameya sersaxiyê rêkim, ku hemû xelkên Amrîka temsil bike û min biryar da ku ez ji serokê Amrîka re rêkim.”
Papa, Bill Clinton, Jacques Chîrac, Yaser Erefat, Tony Blair, Haşîmî Refsancanî, Fidel Castro, Muammer Qeddafî, George Bush, Benjamîn Netenyahû, Seddam Huseyîn û wekî wan 200 lîderên cîhanê hemû bersiva nameyên Suleyman Çiftçioglu dan û ew name û sûretên wan li cem xwe digire.
Bêgûman hemu name û sûretên Suleyman Çiftçioglu ji bo wî bi qîmet in; lê herî zêde yê ku qedir didiyê name û sûretê Mam Celal e, ku wî dema serokomariya Iraqê dikir ji wî re rêkiribû.
Di berdewamiya axaftina xwe de Suleyman Çiftçioglu got: “Mam Celal mamê hemû Kurdan bû, dema ew bû serokomarê Iraqê ez gelek kêfxweşbûm. Min jê re nameyek rêkir û min jê daxwaziya sûretek wî kir, rehma xwedê li ser wî be, demildest bersiva nameya min da û sûretê xwe ji min re rêkir.”
Silêman dewlet serê nameyên xwe, hêdî hêdî fêrî zimanê diplomasiye jî bûye û nameyên xwe ne bi zimaneke ji rêzê; bi zimanê dîplomasiyê lêkiriye, navnîşanên serokdewletan ji balyozxaneyên wan werdigre.
Bi gotina Suleyman nameya wî ya herî zehmet a Qeddafî bû, ji ber ku ew di kon de dima.
Derbarê zimanê di nameyên xwe de bikar tîne Suleyaman wih axivî: “Di nameyên xwe de, ez zimanê nav xelkê bi kar nayînim, her dewletek zagonên xwe yên dîplomasiyê hene, demên pêşîn min vê yekê nedizaniya, lê ez ferî bûm. Bo nimûne hun ji kralîçeyek re nikarin bêjin `rêz û silav` divê hun di dawiya nivîsê de bêjin `Yours Servers` weke vî mînakê gelek hûrgiliyên zimanê diplomasiye hene, ku ez di vê pêvajoyê de hîn bûm”
Gelek pêşewayên dewletên cîhanê bi riya nameyên Suleyamn pê re têkiliyên dostanî kirine û çend ji wan jî ew vexwendine dewleta xwe.
Suleyman da zanîn: “Serokomarê Xirvatya Franko Tucman piştî nameya ku min jê rêkir, pir kêfxweş bû û min vexwend ji bo dewleta xwe, di wê demê de min dest bi karê pasaport û vîzeyê kir û amadekariya xwe kir, roja ku ez biçûma wê derê, wî emre xwedê kir û ez neçûm”
Çiftçîoğlû niha koleksiyona xwe ya 31 salî wek dergûşa ber dile xwe dihebîne; gelek kesan bi pereyek zêde teklîf kirine ku koleksiyana wî jê bikirin; lê wî nefirotiye û dile wî nine ku koleksiyana xwe bifroşe.